Yekşem – “Nivîsên xwe yên bi şîfre, lênivîska xwe ya bîranînan, helbestên xwe yên destpêkê, birayên xwe, dê û bavê xwe min li Macaristanê hişt in û terkîdinya bûm – bêyî haya wan jê çêbikim. A herî muhîm jî, wê roja dawiya meha Mijdarê, bi awayekî qet’hî min aîdiyeta xwe ya bi neteweyekê re winda kir.” Agota Kristof
Netewe cinawireke bêhiş e, Agota. Heke tu ji neteweya xwe qelstir bî ew ê serê te bixwe û gewdeyê te yê bê serî sirgûnî Swîsreya cinawirên demokrat bike. Zimanên mezin qesas in, Agota. Qesas wê zimanê te yê biçûk di tirba bêkêl a zemên te binax bikin û zimanekî qesas wê di sehneya devê te de çîrokên aîdî te bêje. Êdî çîrokên te wê ne aîdî te bin, Agota. Çîrokên te yên bibin qesas li dîasporayê. Tu yê ji çîrokên xwe bê sirgûnkirin û sirgûnkirina te wê nema karibe ji xwe re çîrokekê bibîne, Agota. Tu ji neteweya xwe ne xwurtir bûyî, neteweya te nebû kole ji te re û tu nekirî xwedayeke texlîd. Tu xwedayeke sirgûnkirî yî, Agota Kristof. Û xwedayên afirîner ên dîasporayê tu kirin xwedayeke texlîd li ser sehneya zimanê xwe. Aîdiyet xerab e, texlîd xerabtir e, Agota. MacarISTAN û KurdISTAN goristana zarokên xwe ne, Agota. Lê ya trajîktir, nivîskar goristana welatê xwe ne, li welatê min.
Li welatê te nivîskaran bi qalûçkan gotin serjêdikirin, li welatê min bêrîkên gotinan tijî kêr in û destê nivîskaran di bêrîkan de şiyar in, Agota. Li welatê te nivîskar sirgûn dibûn, li welatê min nivîskar edebiyatê sirgûn dikin, Agota.
Loma ne Macaristan dikare bibe Kurdistana min, ne Kurdistan dikare bibe Macaristana min. Lewra ne seriyekî min heye da neteweya min karibe bixwe, ne gewdeyekî min heye da zimanê kolonyalîst wî ji xwe re bike sehne.
Bo qenciya xwe û netewa xwe min ‘aîdiyeta xwe jê biriye û li kûçikbûna xwe dijîm. Kûçikbûna min welatê min e, Agota – ne serdest karin daxilî welatê min bibin, ne neteweya min. Li kûçikbûna min hemû sikak ên min in.


